Trump: Îran ji bo rêkeftinê rica dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro got ku dibe ku DYAˊyê neçar bimîne dîsa êrişî Îranê bike.

Trump: Îran ji bo rêkeftinê rica dike
19 gulan, 2026   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re got: "Hema saetek mabû ku min îro biryara êrişê bida."

Trump destnîşan kir ku rêberên Îranî ji bo rêkeftinekê rica dikin, lê heke rêkeftinek çênebe dê DYAˊyê di rojên pêş de êrişek nû bike.

Ragihandina Îranê daxuyand ku pêşniyara aştiyê ya herî dawî ya Tehranê ji bo DYAˊyê bidawîkirina êrişên li hemî eniyan, di nav de Lubnanê, vekişîna hêzên Amerîkî ji deverên nêzîkî Îranê û tezmînata zirarên ji êrişa Amerîkî-Îsraîlê çêbûne vedihewîne.

(fr)