Malbatên ji Amûdê li Qada Şehîd Cîhad çalakî kir

Malbatên dîlgirtiyan ên ji bajarê Amûdê bi armanca berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê çalakiyek li dar xist.

Malbatên ji Amûdê li Qada Şehîd Cîhad çalakî kir
Malbatên ji Amûdê li Qada Şehîd Cîhad çalakî kir
Malbatên ji Amûdê li Qada Şehîd Cîhad çalakî kir
Malbatên ji Amûdê li Qada Şehîd Cîhad çalakî kir
Malbatên ji Amûdê li Qada Şehîd Cîhad çalakî kir
Malbatên ji Amûdê li Qada Şehîd Cîhad çalakî kir
19 gulan, 2026   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên malbatên dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dewam dikin. 

Li Qada Şehîd Cîhad a bajarê Amûdê malbatên dîlgirtiyan banga naskirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan kir.

Malbatan pankartên "helwesta we ji her cezayekê mezintir e...em bi we re ne", "Dîl ne hejmar in, çîrokên bê dawî ne", "zarokên me berdin" û wêneyên zarokên xwe hilgirtin.

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatine berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD'ê de jî 491 kes hatin berdan.

(sb/fr)

ANHA