Trump: Hindistan û Pakistanê li ser agirbestê li hev kir
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hindistan û Pakistanê li ser agirbestê lihevkirine û dibe êrîşên dijberî hev bisekinînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê TruthSocial’ê eşkere kir ku bi navbeynkariya Emerîkayê, Hindistan û Pakistanê li ser ‘agirbesteke tam û yekser’ lihev kirine.
Hêjayî gotinê piştî êrişa çekdarî ya di 22’yê Nîsana îsal de li Keşmîrê pêkhat ku di encamê de 26 geştiyar hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn, Hindistanê ragihand ku destê Pakistanê di pişt êrişa li ser geştiyarên Hindî de heye.
Her çiqas Pakistanê ev îdia red kir jî, lê di şeva 6 Gulanê de Hindistanê bajarê Muzefar Abad yê Pakistanê bombebaran kir, Pakistanê jî bi muşekan bersiv da û baregehek leşkerî ya Hindistanê bombebaran kir. Ji wê demê ve her du welat bi muşek û balafirên şer êrişî hev dikin û di encamê de ji her du aliyan bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.