Helbesta ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan nivîsandibû hat xwendin

Ji aliyê TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ve ji bo Roja Dayikan bernameyek hat organîzekirin. Di bernameyê de helbesta Rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Ji hemû zarokan re” ji bo zarokan hatî nivîsandin hat xwendin.

 Helbesta ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan nivîsandibû hat xwendin
10 gulan, 2025   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bagcilara Stenbolê bernameyek li dar xistin. Tevî jinên TJA'yê, endamên Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DER û gelek jin tev li çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye" hat daliqandin.

Rêber Abdullah Ocalan li ser nameyên ku ji hêla zorakan ve hatî şandin bi navê “Ji Hemû Zarokan re” helbestek nivîsî. Ev helbest di bernameya Roja Dayikan de ji rayagiştî re hat parvekirin. Abdullah Ocalan helbesta xwe diyarî zarokan kir.

Helbest di bin dirûşma "Bijî Serok Apo" hat guhdarkirin.

Helbesta Rêber Apo bi vî rengî ye:

’Ji tevahî zarokan re

 Sibehekê min û wan hevdu nas kir

Dema ku deriyê sar û rizdekirî vebû

Weke her rojê gardiyan hat

Di destê wî de gelek rojname hebûn

Min jê pirsî; Îro name hatine?

Bi dengekî nizm got; 195 name hatine

195 name. Di her nameyekê de 195 zarok.

Îro hemû hatine serdana min

Îro hemû mêvanê min in

Di nava van çar dîwarên teng de

 Zarokno! Hûn bi xêr hatin;

Tevî gul û kulîlkan hûn hatin.

Hevalên min ên dilmezin

We dinya anî odeya min

Odeya min a bêhna mirov lê diçike

We bêhna buharê bi xwe re anî

We reng hemû berdan nava behrê

Bêhna zarokan hemûyan dikişînim nava xwe

Yek bi yek hemûyan himbêz dikim

 Piştre min rojname tevdan û li wan nêrî

Ji nişkê ve çavê min çûn ser quncikekê

Li ser zemînekî reşûspî

Resmên li ber hev ên rêzkirî

Resmên zarokên Ûrfayî

Zarokên giş bi temamî spî,

li ber objektîvê rêz bûne,

di her awirekî de mîna gotinekê

mîna çalakiyekê ne,

herî piçûkê wan; cîhanek

Çavên min wisa pêve man,

min dûrûdirêj li wan nêrî

hema bêje ez wisa nîv saetê mam,

Ez çûm cem zarokan,

çûm wî warê 195 zarok jê hatibûn,

ez bi wan zarokan re çûm,

çûm cem zarokên cîhanê hemûyan,

Ew awir romanên bênav in,

 Ez îro li ser destên piçûkan meşiyam,

Min destê xwe da destên zarokan

Azadî bi wan dest pê dike, bi wan diqede,

Min îro bêhna behrê û axê hembêz kir

Jixwe ez her tim zarok bûm

Ez di alema zarokan de veşartî bûm

Wexta ku ez bi hogirên xwe yên biçûk re

hûrûkûr ketibûm nav sohbetê,

Ez veciniqîm bi dengê rizdeya deriyê hesinî,

Tenê saetek destûr hebû ji bo bêhndanê

Wexta ku ez meşiyam

û min gav avêt

li asîman quling difiriyan,

min destê xwe li wan ba kir

bi dengekî ji nava dilê xwe

min got: "Silav"

Min got; silavên min li wan bikin,

silavên min bikin li 195 zarokan...

Ji wan re bibêjin;

bila bedewiyê, zanistê hîn bibin,

Ji dê û bavan re bibêjin

bila wan birçî nehêlin

bêjin qulingno bêjin

ji zarokên biçûk ên Ûrfayî re

ez zarokan maç dikim

silavên min li zarokan hemûyan bikin,

Ûbêjin; Rêber wê ji bo we hemûyan bijî

Bêjin; ez ji wan pir hez dikim

Bêjin; ez çavên her kesî maç dikim.

 Rêbertî.”