Trump êrişên plankirî yên li ser Îranê betal kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro betalkirina êrişên plankirî yên li ser Îranê ragihand û diyar kir ku dorpêça deryayî dê heta ku "peymaneke dawî" di demek nêzîk de were ragihandin, berdewam bike.

Trump êrişên plankirî yên li ser Îranê betal kirin
11 hezîran, 2026   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di postek li ser platforma Truth Social de, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir: "Li ser bingeha ku nîqaşên bi Îranê re gihîştine astên herî bilind ên serokatiya Îranê û hatine pejirandin, ez wekî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), îro êvarê êriş û bombebaranên plankirî yên li dijî Îranê betal dikim."

Trump di berdewama nivîsana xwe de destnîşan kir ku: "Nîqaş û xalên dawî, di prensîbê de û bi hûrgiliyên piçûk, ji hêla hemû aliyên têkildar ve, di nav de DYA, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Behreyn, Kuwêt, Urdin, Misir û yên din, hatine pejirandin."

Serokê Amerîkayê da zanîn ku "dorpêça deryayî dê bi tevahî di cih de û bi tevahî hêzê (li ser benderên Îranê) bimîne heta ku ev peyman were bidawîkirin, dem û cîhê îmzekirinê dê di demek nêzîk de were ragihandin."

(fr)