Guterres: Pêdiviya Lubnanê bi agirbest û rêzgirtina serweriya wê heye

Sekreterê Giştî yê NYˊyê António Guterres got ku divê hemû alî ji bo çareseriyek dîplomatîk bixebitin ku bi tevahî rêzê li xak, serwerî û serxwebûna siyasî ya Lubnanê bigirin.

Guterres: Pêdiviya Lubnanê bi agirbest û rêzgirtina serweriya wê heye
11 hezîran, 2026   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres di postek li ser malpera Xˊê de diyar kir ku divê agirbestek berfireh hebe û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo mafê taybetî yê hikumeta Lubnanê ya çek di destê hikumetê de nîşan da.

Tevî agirbestê, êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser Lubnanê berdewam dikin, di heman demê de Hizbullah di êrişên xwe yên li ser hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê û bakurê Îsraîlê de berdewam dike.

(fr)