Trump: Dibe ku gera duyem a danûstandinan înê bê lidarxistin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku dibe ku gera duyem a danûstandinan bi Îranê re roja înê pêk bê.

Trump: Dibe ku gera duyem a danûstandinan înê bê lidarxistin
22 nîsan, 2026   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro got ku gera duyem a danûstandinan bi Îranê re dibe ku roja înê li dar bikeve.

Trump di parvekirinekê de ji bo New York Postê li ser îhtîmala pêşketinek bi Îranê re pêk bê got: "Ev mimkun e."

Ev yek di demekê de tê ku çavkaniyên Pakistanî ji New York Postê re gotine ku di nav 36 heta 72 demjimêran de pêşketinek dikare çêbibe û hat gotin "hewldanên navbeynkariyê erênî ne."

Duh, Serokê Amerîkayê Trump ragihandibû ku agirbest û dorpêça deryayî ya li ser Îranê hatiye ferzkirin berdewam dike heta ku Tehran "pêşniyarek yekgirtî" pêşkêş bike da ku bigihîje çareseriyekê.

(fr)