Li Sûriyeyê krîza kerhebê

Li herêmên Sûriyeyê têkildarî krîza kehrebê û fatoreyên bilind şêniyan nerazîbûnên xwe nîşan da.

Li Sûriyeyê krîza kerhebê
22 nîsan, 2026   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên hik Sûriyeyê ji ber krîza qutbûna kehrebê, bilindbûna bihayê fatoreyên kehrebê şêniyan bertekên tund û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li ser tevahî gundewarê Minbicê kehrebe qut bûye û tu dema vegera wê nehatiye destnîşankirin heta ku saetên kerhebê yên werin siwarkirin. Vê yekê di nava welatiyan de hêrsek mezin çêkir, bi taybet jî bi nêzîkbûna dema ezmûnên xwendekaran.

Malbatan daxwaz kir ku tavilê kerebe were pêxistin û demeke têrker ji bo siwarkirina saetên kehrebê bê dayîn.

Li gundewarê Laziqiyê jî, piştî derxistina fatoreyên kerhebe gilî zêde bûn. Ji bo maleke kes tê de tune ye fatoreya wê milyonek û 700 hezar lîreya Sûriyeyê derket. Vê yekê li ser hesabkirina xercekirin û nivîsandina reqemên saetan li gel şêniyan guman çêkir. Şêniyan got, kesê pereyên fatoreyên xwe nedane dewriye saetên wan ji kerhebê qut dike.

Ev gilî li deverên cuda dubare dibin. Şênî dibêjin ku fatore gihîştiye heta 10 milyon lîreyî zêdetir, digel wê jî gefên qutkirina kehrebê hat xwarin ku ger pere neyê dayîn. Vê yekê, ligele xerabbûna xizmetguzarî û zêdebûna barên jiyanê di nava gel de hêrsek çêkir.

(fr)