Trump: Derketina keştiyên petrolê ji Tengava Hurmuzê dest pê kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku piştî rêkeftina bi Îranê re gelek keştiyên petrol bar kirine dest bi derketina ji Tengava Hurmuzê kir.

Trump: Derketina keştiyên petrolê ji Tengava Hurmuzê dest pê kir
15 hezîran, 2026   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di posteke xwe de li ser Truth Social nivîsand: "Keştiyên ku gelek ji wan bi petrolê barkirî ne, dest bi derketina ji Tengava Hurmuzê kirine. Keştî rêyeke başûrî ya ewle û pir parastî bi kar tînin. Rêyên din jî hene."

Trump daxuyandibû ku "piştî îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de roja înê, Tengava Hurmuzê dê ji bo trafîka deryayî ji nû ve were vekirin û diyar kir ku ev gav dê piştî rakirina mayînan rê bide jinûve destpêkirina herikîna petrolê bo bazarên cîhanî."

(fr)