Şênî û endamên saziyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata Dua Silo

Endamên Kongra Star, xelkê Dirbêsiyê, hejmarek rojnamevan, endamên saziyên sivîl û meclisan berê xwe da konê sersaxiya nûçegihan Dua Silo, sersaxî da malbatê.

Şênî û endamên saziyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata Dua Silo
Şênî û endamên saziyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata Dua Silo
Şênî û endamên saziyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata Dua Silo
Şênî û endamên saziyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata Dua Silo
Şênî û endamên saziyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata Dua Silo
Şênî û endamên saziyên Dirbêsiyê sersaxî da malbata Dua Silo
15 hezîran, 2026   21:28
HESEKÊ

Kongra Star, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis û hejmarek ji rojnamevanên Dirbêsiyê û Hesekê berê xwe da bin konê sersaxiyê ya nûçegihana Radyoya Dirbêsiyê FM Dua Sillo.

Di çalakiyê de wêneyên nûçegihan hatin hildan û têkoşîna wê ya ragihandinê û rola wê di veguhastina rastiyê de hatin vegotin.

Li ser navê Kongra Star Reyhan Loqo axivî, diyar kir ku Dua Silo ji rojnamevanên ku ji salên şoreşê û biçûkaniya xwe ve tê koşiya. Reyhan got Dua li tevahî Dirbêsiyê ji bo şopandina bûyeran û veguhastina êşên jinan û têkoşîna wan geriya.

Reyhan diyar kir ku Dua bê westan û dudilî ji bo gihandina rastî û xizmeta gelê xwe kar kir, ew mînaka berxwedan û têkoşînê bû.

Reyhan anî ziman ku axaftina li ser Dua Silo axaftina li ser têkoşîna di oxira jiyana azad de, li ser salên xebat û fedakariyê di warê nûçegihaniyê de ye, windakirina wê ne tenê ji bo malbatê ye, lê ji bo tevahî jinên ew nas dikir e.

Reyhan di dawiyêd e got Dua bi saetên dirêj di Radyoya FM de ji bo şopandina nûçe û xizmetî civakê kar dikir.

(fr)

ANHA