Trump careke din gef li Îranê xwar

Serokê DYA‘yê Donald Trump gef li Îranê xwar ku eger keştiyên di tengava Hurmuzê de bike hedef, dê li binesaziya Îranê di nav de pir û santralên elektrîkê bide.

Trump careke din gef li Îranê xwar
22 tîrmeh, 2026   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro dîsa gefa berefirehkirina êrişan li Îranê xwar.

Trump di postekê de ku li ser Truth Social weşandiye got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li beramberî her êrişeke Îranê ya bi mûşekan, an bi dronan, an jî bi çekên din li ser keştiyekê dê pirek an santralek elektrîkê bombebaran û wêran bike."

(bb)