Di encama teqîna mayînekê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Li gundê Sifiyan ê bakurê Reqayê di encama teqîna mayînekê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Di encama teqîna mayînekê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn
22 tîrmeh, 2026   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Sifiyanê yê bakurê Reqayê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR‘ê di teqînê de kurê kesê jiyana xwe ji dest da û ajokarê erebeyeke çandiniyê jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku birîndar rakirin nexweşxaneyan û birîna ajokar giran e.

(bb)