Trafîka li tengavên Hurmuz û Bab Mendebê kêm bûye

Piştî ku Hûsiyan ragihand ku wan li 2 keştiyên petrolê yên Erebistana Siûdî xistiye, tevgera keştîvaniyê di tengavên Hurmuz û Bab Mendebê de kêm bûye.

Trafîka li tengavên Hurmuz û Bab Mendebê kêm bûye
6 tebax, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyan, tevgera keştiyan di tengavên Hurmuz û Bab El Mendebê de bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Li gorî daneyên Şîrketa Kpler, 2 keştî tenê di tengava Hurmuzê re derbas bûne. Yek a komirê bû ku ala Bahamayan li ser bû û di tengavê re derbas bû û ya din jî bi pêdiviyên bingehîn bar kiribûn ku ala Giravên Marshallê li ser bû.

Beriya şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku di 28‘ê Sibata îsal de dest pê kir, nêzî 140 keştî di tengavê re derbas dibûn.

Li gorî daneyên heman şîrketê, duh barhilgirek tenê ya ala giravên Bahamayan li ser, di tengavê re derbas bû. Ev jî ji 20 keştiyên roja berê kêmtir e.

Hûsiyan duh ragihandibû ku wan li beramberî peravên bajarê Nenbai yê perava Deryaya Sor û Kendava Edenê du keştiyên petrolê yên Erebistana Siûdî bi mûşekan kirine hedef.

Nêzî mehekê ye Hûsiyan dorpêçeke deryayî li ser Erebistana Siûdî ferz kirine û îdia dike ku ev dorpêç wek bersiva li hemberî dorpêça Erebistana Siûdî ya li ser Yemenê ye. Lê Riyad van îdiayan red dike.

(bb)