TJA: Paradîgmaya ‘jin, jiyan, azadî’ dê vê zîhniyetê têk bibe

TJA’yê li bajarê Amedê têkildarî Rojava daxuyaniyeke girseyî da û got ku armanca êrişan hedefgirtina pêkvejiyana bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin e û got: “Dê paradîgmaya ‘jin, jiyan, azadî’, vê zîhniyetê têk bibe.”

TJA: Paradîgmaya ‘jin, jiyan, azadî’ dê vê zîhniyetê têk bibe
21 ÇILE, 2026   17:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê li dijî êrişên li rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşma "Jin jiyan azadî', “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi berxwedanê dê bi ser kevin" hate berzkirin. 

 Wekîla DEM Partiyê Ceylan Akça di daxuyaniyê de axivî û got: “Li Rojava gel li ber xwe dide. Dê felsefeya 'Jin, jiyan, azadî’ bi ser keve. Azadiya birêz Ocalan azadiya Rojava ye. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mitînga ku dê di 25'ê Çilê de bê lidarxistin bibin."

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Zeynep Sîpçîk jî bal kişand ser êrişên li hemberî Rojava û got: “Li Rojava berxwedaneke mezin heye. Li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê mirov ji bo Rojava li ber xwe didin.

 Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî diyar kir ku divê xwedî li destkeftiyên Rojava bê derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çareseriyek demokratîk û aştiyane dixwazin.

 Li ser navê hunermendên Kurd Saliha Ayata axivî û wiha got: "Jiyana hevbeş li Rojava tê hedefgirtin. Jiyaneke pirçandî û pirzimanî hatiye avakirin.

Hevseroka OHD'ê ya Amedê Zeynep Karayilan jî di daxuyaniyê de wiha axivî: "Li Rojava hewldanek dagirkirina Kurdistanê hatiye destpêkirin. Destkeftiyên jinan ên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin di bin êrişê de ne. 

Seroka Komeleya Lêkolîna Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Onal jî diyar kir ku tiştên ku li Rojava diqewimin li dijî mirovatiyeyê.

Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî ev tişt anî ziman: “Ev koma barbar ku ji qîrîna jinên Kurd ditirse, ji aliyê serdestan ve hatiye berdan. Ew kesên ku cenazeyê Deniz Çiya ji avahiyan avêtine, dê bi berxwedana jinên Kurd re rû bi rû bimînin.

Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.