Karwanê seferberiyê yê Başûr gihîşt Hesekê: Bi hezaran kesan pêşwazî kir

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li têketina bajêr ciwan û çalakvanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo tevlêbûna berxwedana Rojava hatine, pêşwazî kir.

Karwanê seferberiyê yê Başûr gihîşt Hesekê: Bi hezaran kesan pêşwazî kir
Karwanê seferberiyê yê Başûr gihîşt Hesekê: Bi hezaran kesan pêşwazî kir
Karwanê seferberiyê yê Başûr gihîşt Hesekê: Bi hezaran kesan pêşwazî kir
Karwanê seferberiyê yê Başûr gihîşt Hesekê: Bi hezaran kesan pêşwazî kir
Karwanê seferberiyê yê Başûr gihîşt Hesekê: Bi hezaran kesan pêşwazî kir
Karwanê seferberiyê yê Başûr gihîşt Hesekê: Bi hezaran kesan pêşwazî kir
21 ÇILE, 2026   17:25
HESEKÊ

Li gel berdewama seferberiya giştî ya li Rojavayê Kurdistanê û bangên hevgirtina gel û yekgirtinê li dijî êrişên berdewam ên li ser herêmê, ciwan û çalakvanên Başûrê Kurdistanê tev li seferberiya giştî bûn. 

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li Çerxerêya Sînalko karwanê seferberiyê yê Başûrê Kurdistanê pêşwazî kir.

Girêdayî mijarê hevserokê PYDˊê yê Hesekê Ferhan Dawûd ji ajansa me re axivî. Dawûd got bi hezaran şênî îro li Çerxerêya Sînalko berxwedêrên ji Başûrê Kurdistanê yên ji bo piştgirî û tevlêbûna serferberiyê hatine pêşwazî dikin.

Dawûd anî ziman ku xelkê Hesekê di seferberiyê de ye, li ser pêyan e, li kêlek hêzên xwe QSD û YPJˊê ne.

Dawûd li ser piştgirî û destketdayînê spasiya tevahî gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê kir.

Du karwan ji ciwan û çalakanên Başûrê Kurdistanê gihîştin Qamişloyê. Şêniyan bi coşeke mezin ew berxwedêr pêşwazî kirin.

(fr)

ANHA