Tîmên awarte şewatên li Dêrikê vemirandin

Tîmên awarte û agirkujiyê yên Dêrikê rêzeşewatên li zeviyên çandiniyê yên Dêrikê pêk ketine, vemirandin.

Tîmên awarte şewatên li Dêrikê vemirandin
8 hezîran, 2024   18:18
DÊRIK

Îro rêzeşewat li pirêzeyên gundên Cilo, Robariya, Qesir Dîb, Girê Kera û derdora Dêrikê çêbûn, bi wê re tîmên agirkujiyê lez da û şewat vemirandin.

Her wiha li bakurê Dêrikê 15 donim genim şewitî. Tîmên agirkujiyê destwerdan kir û şewat vemirand.

(fr)