Di navbera Sûriye û Siûdiyê de peyman hatin îmzekirin

Sûriye û Erebistana Siûdiyê li ser dayîna pereyan ji bo 6 projeyên pêşxistinê, lihevkirinên têkildarî qadên parastinê, sînayî, çandiniyê û jîngehê peyman îmze kirin. Ev yek di dema serdana El Şera û şandeya îdarî, ewlehî û leşkerî ya ji bo Riyadê de pêk hat.

Di navbera Sûriye û Siûdiyê de peyman hatin îmzekirin
Di navbera Sûriye û Siûdiyê de peyman hatin îmzekirin
Di navbera Sûriye û Siûdiyê de peyman hatin îmzekirin
Di navbera Sûriye û Siûdiyê de peyman hatin îmzekirin
Di navbera Sûriye û Siûdiyê de peyman hatin îmzekirin
Di navbera Sûriye û Siûdiyê de peyman hatin îmzekirin
Di navbera Sûriye û Siûdiyê de peyman hatin îmzekirin
5 mijdar, 2026   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (4 Mijdar) serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera bi şandeyekê re ku ji wezîrê karên derve û penaberan Esad El Şeybanî, wezîrê parastinê Murhef Ebû Qesra, wezîrê darayî Mihemed Yisir Berniya, wezîrê sînaî û bazirganiya hundirîn Basil Ebdu El Henan û her wiha serokê Dezgeha Îstîxbarata Giştî Ebdulqadir Tehan pêk dihat, gihîşte paytexta Erebistana Siûdî Riyadê.

Şande bi emîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman re hevdîtin kir, di hevdîtinê de her du aliyan têkildarî têkilî, geşedanên herêmî û navneteweyî nîqaş meşandin, di hevdîtinê de çend lihevkirin û peyman hatin îmzekirin.

Li gorî agahiyên ku ajansa Sana û ya Siûdiyê Was dane, her du aliyan li ser hevkariya sînaî, parastinê, çandinî, parastina jîngehê, 6 peymanên têkildarî pêşxistina projeyên sektora binesaziyê, tenduristiyê, niştecihbûnê û xizmetguzariya darayî ji hêla darayî ve, peyman îmze kirin.

Her şeş peymanên der barê dayîna pereyan de bi buhayê zêdetirî 403 milyon dolarî ye, ev pere ji bo 6 projeyan e, ji wan 90 milyon ji bo ji nû ve temîrkirina stasyona kehrebeyê ya li Helebê, 30 milyon dolar ji bo gihandina ava vexwarinê, 105 milyon dolar ji bo avakirin û temîrkirina 25 navendên parastina sivîlan in.

Her wiha 60 milyon dolar ji bo temîrkirina 10 hezar yekîneyên niştecihbûyînê yên ku hatine wêrankirin, 100 milyon dolar jî ji bo temîrkirina nexweşxane û navendên tanduristiyê ye, zêdetirî 18 milyon dolar ji bo projeya pêşxistina saziyên girêdayî Wezareta Darayî ya Sûriyeyê hatiye veqetandin.

Wê dayîna pereyan di 20 salan de pêk bê, ev tê wateya ku pereyên ku bên dayîn ne destekdayîneke bê beramber e, ew li gorî şertan pêk tê.

Lihevkirinên din di çarçoveya hevkariya di navbera saziyên din ên hikumetê de pêk hatiye, lê her du ajansan hûrgiliyên lihevkirinên têkildarî qada darayî û parastinê diyar nekirin.

(sb)