Tevliheviya li herêmên hikumeta Şamê berdewam e

Li herêma Qelemûn a Şamê çekdarekî girêdayî hêzên hikumeta Şamê di êrişeke çekdarî de hate kuştin.

Tevliheviya li herêmên hikumeta Şamê berdewam e
2 ÇILE, 2024   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas çekdarekî koma Dirî El Qelemûn a girêdayî hikumeta Şamê li bajarokê El Fewqa yê herêma Qelemûn a rojavayê Şamê hedef girt. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di encamê de kesê hatiye hedefgirtin hatiye kuştin û birayê wî birîndar bûye.

Duh çekdarên nenas bombeyek bi erebeya efserekî hikumeta Şamê de, dema di rêya bajarokê Xiyaxêb ê li bakurê Derayê re derbas dibû, teqandibû û di encama teqînê de hatibû kuştin.

(şx)