Şêniyên kantona Firatê şehîd Kaya Kêtikanî oxir kir

Şehîd Kaya Kêtikanî bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat oxirkirin.

3 nîsan 2024   13:02
KOBANÊ

Di sedan şêniyên kantona Firatê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Komandos Kaya Kêtikanî bûn.

Şervanê Hêzên Komandos şehîd Kaya Kêtikanî (Diyar Beko) dema li ser erka xwe bû, di 1`ê Nîsanê de li Minbicê şehîd bûbû.

Şehîd Kaya Kêtikanî bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat veşartin.

Di merasîmê de ji rêveberiya Hêzên Parastina Civakê (HPC) Elî Hoşan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina wan da û got: “Şoreşa me bi şehîdan dest pê kir û em gihaştin vê astê, dîroka ku bi hezarên salan hatiye wedakirin em bi şehîdan nûjen kir. Me li ser raman û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir û şoreşa me bi şehîdan dest pê kir, em ê bi şehîdan bi ser bikevin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Bedîe Hiso jî got: “Em soz didin riya şehîdên xwe bişopênin û tola wan ji dijmin hilînin. Em bi saya berxwedana şehîdan, em ê bigihêjin serkeftinê. Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.

Piştre wesîqeya şehîd Kaya Kêtikanî ji aliyên Maclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin" bi dawî bû.

(sş)

ANHA