`Tevlêbûna çalak di hilbijartinan de ji êrişan re bersiv e`

Şêniyên bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku tevlêbûna çalak di hilbijartinan de ji êrişan re bersiv e.

2 hezîran, 2024   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel êrişên domdar ên li dijî herêmê yên domdar û gefên rayedarên Tirk li dijî hilbijartinên şaredariyan, dewleta Tirk înê, bi balafirên bê mirov û bi çek êriş kantona Cizîrê kir. Di encamê de 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn û 12 şênî birîndar bûn. 

Bertekên li hember van gefan û êrişan li herêmê zêde bûn ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Til Koçerê, Meclisa Bajarê Girê Spî, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê, Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaletê ya Minbicê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê daxuyanî dan. Her wiha şêniyên bajarê Til Hemîsê li dijî êrişan meşiyan.

Di daxuyaniyan û meşê de êrişên dewleta Tirk bi êrişên derqexlaqî û êrişeke yekser li ser hewldanên pêkanîna demokrasiyê, misogerkirina hêviyên gelê herêmê yên demokrasiyê, edaletê û wekheviyê hate binavkirin.

Di daxuyaniyan û meşê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên rayedarên wê li dijî hilbijartinên şaredariyan, hatin şermezarkirin û li hember wan êrişan û gefan, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê û berxwedanê hate kirin.

Her wiha soza parastina şoreşê û destkeftiyên şehîdan û pêşxistinê û mezinkirina têkoşînê li hember van êrişan hate dayîn.

(şx)

ANHA

Til Hemîs

Minbic

Girê Spî

Hesekê