Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan peyama berxwedanê da

Şêniyên Qamişlo diyar kir ku armanca êrişan vala derxistina pêngava demokratîk e.

Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan peyama berxwedanê da
Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan peyama berxwedanê da
Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan peyama berxwedanê da
Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan peyama berxwedanê da
2 hezîran, 2024   15:47
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker 31’Gulanê li bajarên Til Hemîs, Til Koçer û Amûdê yên kantona Cizîrê êrişên hewayî pêk anîn. Di encamê de 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn. Li dijî van êrişan şêniyên Qamişloyê daket qadan û peyama berxwedanê da.

Silêman Ehmed ku bavê 2 şehîdan e balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker  û diyar kir ku armanca wan êrişan vala derxistina xebatên hilbijartina ye.

Silêman da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi balafiran û bi tank û topan her roj êrişî Bakur û Rojhilatê Sûryeyê û êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û gotinê xwe wiha dom kir: “Em xwedî heq in û ti carî ji êrişên dagirkeriyê natirsin. Em bejna xwe li hember Kurdên welatparêz ditewînin, lê ew kesên ku bi dagirkeriyê re hevkariyê dikin û di nava xiyanetê de ne ji Erdogan jî xiraptir in. Ti êriş nikare pêşiya me bigire, em ê xebatên xwe yên hilbijartinan bikin û em natirsin. Ji xwe berê me gelek berdêl daye, pêwîst bike em ê îro jî bidin. Bila Erdogan nefikirê ku dikare îradeya me bişkîne.”

Silêman li dijî êrişên dagirkeriyê banga yekitî û serhildanê kir.

Dayîka Fadya Silêman jî diyar kir ku ew jî weke hemû gelê cîhanê xwedî maf in û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûn nîşan da.

Fadya diyar kir ku roja ku dest bi xebatên hilbijartinê hatine kirine Erdogan li dijî vê gavê ketiye tevgerê û êrişan li ser herêmê pêk tîne û gotinê xwe wiha domand: “Gelê Kurd, Ereb, Suryan, û dayîkên şehîdan, dayîkên gerîla me soz daye ku em li pey şopa şehîdên xwe bin û em axa xwe bernadin. Çi dibe bila bibe em ê xebatên xwe bidomînin. Lazime Erdogan bizane ku ev hemû hewldanên wî dê vala derbikevin û wê di dawiyê de li cîhanê rûyê wî reş derkeve. Niha hemû cîhan weke mafekî, hilbijartinên xwe çêdike, em dê çêbikin, naxwe em bertekên li dijî vê yekê qebûl nakin.”

Fadya Silêman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî êrişan amadekariyên wan hene û da zanîn ku dê ti êriş bê bersiv nemîne.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menîce Heyder jî êrişê dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku gelek caran dewleta Tirk a dagirker êrişan li ser herêmê pêk tîne û diyar kir ku bi dehan hevalên wan gihîştine asta şahadetê û birîndar bûne.

Menîce Heyder di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan şikandina îradeya wan e û wiha pê de çû: “Di demekê de ku em amadekariyên hilbijartinên şaredariyan dikin dewleta Tirk a dagirker ji bo ku vê ya asteng bike êrişan pêk tîne da ku gel neçe ser sindoqan û dengê xwe nede. Lê  ruxmî hemû êriş û astengiyan em di wê hêvî baweriyê de ne ku çawa li Bakurê Kurdistanê gel çû ser sendoqên hilbijartinê û serkeftin bi dest xist, dê di 11’ê Hezîranê de jî gelê me bi sed hezaran biçin  dengê xwe bidin û bersiveke pir mezin bidin dewleta Tirk a dagirker.”

Menîce Heyder di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê û diyar kir ku ew dê li hember êrişan bersiveke herî xurt bidin.

(bm-t)

ANHA