Tevî serma û baranê jî berxwedana li bendava Tişrînê berdewam e

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bendava Tişrînê çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.

Tevî serma û baranê jî berxwedana li bendava Tişrînê berdewam e
23 ÇILE, 2025   13:20
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Nobedarên li bendava Tişrînê ev 16 roj e çalakiya xwe berdewam dikin û daxwaza rawestandina êrişên dewleta Tirk da dagirker dikin. Îro şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî çalakiya nobedariyê bû.

Tevî serma û baranê jî çalakvan ji bo rawestandina êrişan çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Çileya 2024’an ve dest bi êrişa li ser bendava Tişrînê kiriye. Ji bo rawestandina van êrişan di 8’ê Kanûnê de karwanên sivîlan ên ji çar aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi bendavê ve bi rê ketin, lê dewleta Tirk a dagirker çend caran êrişî karwan û çalakvanan kir.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî çalakvanên li bendavê kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn. Heta niha di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çalakvanan de 20 kes şehîd bûne û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne.

(k)