Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Dera û Quneyterayê dewam dikin

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarên Derayê û bendek kotrolê çêkir. Çavkaniyan dane zanîn ku gundewarê Derayê bi obîsan hat topbarankirin.

Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Dera û Quneyterayê dewam dikin
26 tîrmeh, 2026   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres ya li Sûriyeyê, tevgerên Îsraîlê li başûr çêbûn.

Hate zanîn ku Hêzên Îsraîlê îro ketin gundên Mariya û Arîda yên herêma Hewza Yermûk ê gundewarê rojavayê Derayê.

Çavkaniyan diyar kir ku yekîneyeke Îsraîlê bi 3 erebeyên leşkerî û beldozerekê derbasî gundê Arîdayê bû û bendek kontrolê çêkir. Hate zanîn ku leşkeran belavok li şêniyan belav kirin, di wan belavokan de hişyarî hatiye dayîn ku rêyan li wan negirin an jî tevgera erebeyên wan asteng nekin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku guleyek obîsên Îsraîlê li nêzî gundê Terencê yê Quneyterayê li erdekî çandiniyê ket. Agahiyên der barê encaman de nehatin dayîn.

(bb)