Di êrişa Îsraîlê de 2 rayedarên Hemasê hatin kuştin

Li Xezayê 2 rayedarên wezareta navxweyî ya Hemasê di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 2 rayedarên Hemasê hatin kuştin
26 tîrmeh, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku rayedarekî payebilind ê Dezgeha Ewlehiya Navxweyî ya Hemasê û alîkarekî wî di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, êriş li bajarê Dêr Belehê yê naverasta Xezayê li dijî erebeya wan hatiye kirin.

Çavkaniyên bijîşkî û Wezareta Navxweyî ya Xezayê ragihand ku kesên hatine kuştin mîralayî Waîl Mûsa El Ledawî û rêveberê Dezgeha Ewlehiya Hundirîn a parêzgeha Navîn pêşwer Ramiz Tewfîq Ebû Rezîq in.

Artêşa Îsraîlê piştrast jî kir ku wê êriş li dijî endamekî Tevgera Hemasê pêk aniye. Lê agahiyên zêdetir neda.

(bb)