Tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê di Îlonê de

Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê di nîvê maha Îlonê de gelekî derbasî nava xaka Sûriyeyê bû, her wiha gelek sivîl girtin.

Tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê di Îlonê de
15 îlon, 2025   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê di maha Îlonê de, li bajarê Qunaytîra û Derayê gelek operasyonên bejahî pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku Îsraîlê bi awayekî leşkerî li başûrê Sûriyê dagirkirin, serdegirtin, binçavkirin û danîna bendên demkî pêk tîne. Li kêleka vê jî balafirên wê yên şer jî li asîmanê başûrê Sûriyê digerin.

Operasyon 2’yê Îlonê li nêzîkî bajarokê Seyda yê Colanê dest pê kir, dûre berfirehtir bû û çend gund û bajarokên; Til Kerûm, El Eşa, Cebata El Xeşeb, El Semedaniye, Berîqa, Ecref, Ebdîn, El Muşeyrîf, Kamûniyê, Eyn Zîwan, El Rafîd û dirêjî Seysûn li herêma Hewza Yermûkê ya rojavayê Derayê kontrol kirin.

Di dema serdegirtinê de, hejmarek sivîl hatin girtin, di nav wan de 7 ciwanên ji Cebeta El Xeşeb jî hebûn. Piraniya wan paşê hatin berdan, lê yên din hîn jî di bin çavdêriyê de ne.

Ev geşedan û tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê tirseke mezin xistiye dilê şênaiyn.

(ac/şx)