Ji lûtkeya Dohayê banga tevgera navneteweyî li dijî êrişên Îsraîlê

Serokên dewletên ereb û musliman, di dawiya lûtkeya erebî-islamî ya awarte ku li Dohayê hate lidarxistin de, êrişa Îsraîlê ya li ser Qeterê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş, li dijî firsetên aştiyê û aramiyê li herêmê têk dibin û bang hat kirin ku li têkiliyên dîplomasî û aborî yên bi Tel Avîvê re vegerin.

Ji lûtkeya Dohayê banga tevgera navneteweyî li dijî êrişên Îsraîlê
15 îlon, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên dewletên ereb di encamnameyê de, êrişên Îsraîlê li dijî dewleta Qeterê şermezar kirin û got ew firsetên aştiya li herêmê têk dibin.

Di daxuyaniyê de çi hewlên ku Îsraîl ji bo rewakirina êrişa dijî Qeterê dike, hatin redkirin û hişyarî der barê dubarebûna êrişa dijî Qeterê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tevahî dewlet tedbîrên qanûnî û yên çalak bigirin û rê nedin Îsraîlê ku êrişên xwe li dijî filistiniyan didomîne. Divê çek, cebilxane û madeyên leşkerî ji Îsraîlê neyên veguhastin û lêveger der barê têkiliyên dîplomasî û aborî yên bi Tel Avîvê re bê kirin.

Serokên dewletan hişyarî dan ku di encama siyasetên Îsraîlê de “kerasteke mirovî” ku mîna wê çênebûye, li Xezayê pêk hat.

Serokên dewletan di daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî kir ku bilez êrişên Îsraîlê û siyaseta necezakirinê, rawestînin û endamtiya Îsraîlê di NYˊyê de taloq bikin.

Serokên dewletan, ragihandina çareseriya du dewletan ji aliyê Komeleya Giştî ya NY`yê pêşwaz kir û got ji bo pişxistina vê rêyê divê kongreyek navneteweyî bi hevkariya Siûdî -Fransayê were lidarxistin,  divê piştgiriya “berxwedana Filistînê” bê kirin û fermanên ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li dijî berpirsên sûcan hatine birîne, bên bicihanîn.

(şx)