Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê li Îsraîlê benderek kir hedef

Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê ragihand ku wê bi moşekên pêşke êrişî bendereke Îsraîlê kiriye.

Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê li Îsraîlê benderek kir hedef
5 gulan 2024   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê duh (Şemiyê) bi moşekên pêşketî benderal Heyfa ya li Îsraîlê kiriye hedef.

Tevgera El Muqaweme El Îslamî ya Iraqê ev êriş wekî "Bersiva şerê Îsraîlê ya li dijî Xezayê" nîşan da.

(bb)