TEV-DEM`ê komkujiya dewleta Tirk a li Şedadê şermezar kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundewarên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê pêk anî û di encamê de 12 kes şehîd bûn, şermezar kir.

TEV-DEM`ê komkujiya dewleta Tirk a li Şedadê şermezar kir
28 sibat, 2025   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-DEM`ê îro der barê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li gundewarên bajarokê Şedadê yê kantona Cizîrê pêk anî, daxuyaniyek da.

Di daxuyanyê de hate gotin: "Em komkujiya ku di 26.02.2025’an de ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve li gundewarên bajarê Şedadê pêk hat û di encamê de 12 kes şehîd bûn, şermezar dikin.

Tevî rewşa giştî ya Sûriyeyê û pêdivî bi aştiyê heye ji bo avakirina Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser gel, binesazî û saziyên xizmetguzariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi lez tev bigere û dawî li dagirkeriya Tirk bîne da ku ji xaka Sûriyeyê ya dagirkirî derkeve û koçber bi ewle vegerin malên xwe.

Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin."

(k)