Şervanan li Tişrîn û Qereqozaqê 4 dron anîn xwarê

QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên bejahî û hewayî li bendava Tişrînê û derdora wê dewam kirin. QSD`ê ragihand ku şervanên wan êriş têk birin û 4 dron xistin xwarê.

Şervanan li Tişrîn û Qereqozaqê 4 dron anîn xwarê
28 sibat, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û derdora wê de daxuyanî da.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Duh, (pêncşem) artêşa Tirk a dagirker gundewarên bendava Tişrînê û derdora wê û malên karkeran bendavê û gundê El Ramda bi balafirên şer bombebaran kirin, her wiha bi çekên giran gundên başûrê Minbicê topbaran kirin. Artêşa dagirker bi zêdetirî 11 balafirên bêmirov êrişeke berfireh pêk anî, şervanên me 4 ji wan balafiran xistin xwarê. Di dema bomberdûmana hewayî û bejayî de; çeteyan êrişî nuqteyên hêzên me kir û şervanên me bersiv da. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zelalkirin. Yekîneyên Şehîd Harûn jî bersiva êrişan da, wesayîteke çeteyan a bi roketavêjan barkirî rûxand.

Li eniya Dêr Hafirê jî artêşa Tirk a dagirker noqteyeke hêzên me bi balafirên bêmirov bombebran kir, di encama bombebaranê de tenê ziyanên madî çêbûn. Duh tevahiya rojê balafirên bêmirov li asmanê herêmê difiriyan.

Li eniya Qereqozaqê; balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gelek caran êrişî gundê Xeseqê kir û di encamê de ziyanên madî li mal û milkên şêniyan bûn. Her wiha gundên El Tîna, Caada, Bîr Heso, Xeseq, Dîkan, Malhe û El Sana bi topa giran, tank, roketan û topên hawanê û bêserûber hatin topbarankirin, zêdetirî 80 topan hatin avêtin û ziyanên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bû.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker xwestin ji bombebaran û topbaranê sûdê wergirin, lewma êrişî nuqteyên hêzên me kir. Şervanên me bersiv da û êriş şikandin, di encama pevçûnan de gelek çete birîndar bûn, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Li eniya Eyn Îsayê; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên bajêr topbaran kirin, her wiha bi droneke xwekuj şîrketa çîmentoyê ya El Celabiye bombebaran kir û di encamê de ziyaneke mezin li şîrketê bû. Balafirên şer û balafirên bêmirov bi şev û roj li asmanê herêmê digeriyan.

Duh jî li ser esmanê Kobanê û gundewarên wê balafirên şer û balafirên bêmirov firiyan.”