Di êrişa li Şehbayê de 3 endamên TEV-DEMˈê şehîd bûn

TEV-DEMʹê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li herêma Şehba ya Kantona Efrîn û Şehbayê de 3 endamên wê gihaştin asta şehadetê.

Di êrişa li Şehbayê de 3 endamên TEV-DEMˈê şehîd bûn
10 cotmeh, 2024   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di êrişa 9ʹê Cotmehê ya de dewleta Tirk a dagirker a li ser Şehbayê de 3 endamên wê şehîd bûn.

Daxuyaniya TEV-DEMʹê wiha ye:

"Roj bi roj dewleta Tirk a faşîst ji cîhanê re bi giştî û ji gelê me re bi taybet , ispat dike ku  dijminê herî sereke li dijî  jin , xebata demokratîk, aştiyê  û civakên resen Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Faşîzma Tirkiyeyê  di pêşengtiya AKP-MHPʹê de bûye xetereya ne tenê  li ser gelê me , lê belê li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. Di demekê de ku ji ber siyasetên xwe yên çewt , nijadperestiya xwe û tengaviya  xwe li hember gerîlayên azadiyê di çiyayên Kurdistanê de têk çûye, lewra bê cudahî li seranserî Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî  jin ,sivîl, çalakvan , binesazî û hemû nirx û deskeftiyên gelan dike. Bi sedan têkoşer , jin ,ciwan û pêşengên gelê me şehîd xistin.  Ji wan sûcên hovane jî di 9ˈê Cotmeha 2024ʹan de bi hemû kîna xwe êrişî koçberên ku ji ber dagerkeriya AKP-MHPʹ ji Efrînê koçber kirine  û li Şehbayê bi cih bûne, dike. Wê yekê bi armanca berdwamkirina qirkirin gelê me pêk tine. Di encama wê êrişê de 3 çalakvanên ku têkoşîna ji bo avakirina civakeke demokratîk, wekhev û li ser bingehê biratiya gelan xebat dikirin şehîd xistin .

Gelê me yê birûmet, têkoşerên azadî û demokrasiyê, Tevgera Civaka DemoKratîk (TEV-DEM) ku di xebata xwe ya di ber avakirina civakeke demokratîk de, azadiya jin û biratiya gelan de  hemû zehmetî daye ber çavên xwe, bi serbilindî şehadeta her du  rêhevalan li gel pîroz dike.

Rêheval Zelal Efrîn: Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi hemû  hêza xwe di tevahî qadan de xebat daye meşandin û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber ji bo azadiya gel, civaka demokratîk, azadiya jin gav bi paş de neavêtiye û di kesayetiya xwe de pêşengtiya jin ji Şoreşa 19ʹê Tîrmehê û şoreşa jin re îsbat kirye, her wiha di nava TEV-DEMʹê de cihê xwe girtiye û xebateke mezin di nava koçberan de kiriye.

Her wiha rêheval Mezlûm Entab, ku di kesayetiya xwe de yekbûna gelê me di her çar peçeyên kurdistanê de temsîl kiriye û bê terdud Şoreşa 19ʹê Tîrmehê weke şoreşa hemû gelan û bi taybet gelê Kurdistanê dîtiye, lewra têkoşîneke mezin di hemû qadan de daye meşandin  û di nava TEV-DEMʹê de cihê xwe girtiye û bi koçberên ji ber zora dewleta Tirk a dagirker hatine koçberkirin re şînî û şahî jiyan kiriye.

Rêheval Alaf Mûrad: Ciwnekî kurd e. Di nava xebata tevgerê de erk û misyona ciwanan daye pêş û ji bo xizmeta gel û civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kar kir. Alaf ta gihişte asta şehadetê  ji doza xwe negeriya .

Gelê me yê azadîxwaz, tekoşerên azadî û demokrasiyê , di dema em pêşwaziya şehîdên xwe dikin de bi tundî em saziyên têkildarî mafên mirovan û dewletên li ser hovîtiya faşîzma Tirkiyê bê deng in, şermezar dikin. Em bang li tevahî gelê xwe, demokratîxwaz û civakên azad dikin ku li hember faşîzma Tirkiyê rawestin û hovîtiya vê rêjîma metrsîdar li ser tevahî mirovatiyê li ber dadgehên gel û navneteweyî darizînin.

Em weke TEV-DEMʹê şehadeta hevalên xwe li gelê xwe, demokratîxwaz û jinên azad pîroz dikin û em soz didin ku li ser nirx û sincên van hevalan têkoşîna azadî û demokrasiyê û ji bo civakeke birêxistinkirî û wekhev û azadiya jin her em ê berdewam bin.

(fr)

ANHA