TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn: Em piştgirî didin Diyar Dêrsim

Tev-Çand Rojava û Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê êrişên provokasyonê û reşkirinê yên li dijî hunermend Diyar Dêrsim tên kir got, "Yekîtiya gelê Kurd di asta herî bilind de ye. Di vê demê de êrişên reşkirinê yên li dijî hunermend Diyar Dêrsim tên meşandin. Em van êrişan red dikin û bang li hevgirtinê dikin."

TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn: Em piştgirî didin Diyar Dêrsim
9 hezîran, 2026   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişên provokasyon û reşkirinê yên hin alî li dijî gelê Kurd û hunermendan dimeşînin bi taybet di vê dawiyê de li dijî hunermend Diyar Dêrsim tên meşandin de Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya (TEV-ÇAND) û Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Îro yeketiya gelê Kurd xwe derxistiye radeya herî jor û bilind. Di Demeke wisa de gelek êrişên derveyî exlaqê civaka gelê Kurd tên meşandin. Êrişên Ku xizmetê ji şerê taybet re dikin, provokasyon û reşkirinê ku di nav gelê me de perçekirinê çêdikin tên jiyankirin. Em baş dizanin ev êriş û provokasyon ji hin navendan ve tên meşandin. Hunera Kurd û hunemendên Kurdistanê nirxên herî girîng ku em biparêzin. Ev destkeftiyên herî bi nirix ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd xwe gihandiye ancamên herî bedew, çê û baş. Her wiha di çaxekî wisa de, ku gelê Kurd hewceyê yekîtî, hevgirtin û parastina destkeftiyên xwe yên çandî û neteweyî ne, di rojên dawî de me şahidiya navendek rêxistinkirî û sîstematîk kir ku hunermendê hêja Diyar Dêrsim hedef digire.

Ev êriş veguheriye reşkirin û êrişên rêxistinkirî li ser medyaya civakî û kesayetên neteweyî û çandî hedef tê girtin. Em, weke Tev-Çand Rojava û Tevgera Hîlala Zêrîn, van êrişan xeternak dibînin. Ev ji rexne û ramanê derbasî asta rûreşkirin, tawanbarkirina xiyanetê û pirsîna dîroka hunermendekî ku jiyana xwe ji bo huner, çand û xizmetkirina armancên gelê xwe xerç kiriye bûye. Ew tiştên ku îro diqewimin ne tenê hedefgirtina kesayetî ya Diyar Dêrsim e. Lê di heman demê de dîrokeke dirêj a têkoşîna çandî û hunerî ye ku parastina nasnameya çanda Kurdî ji helandin û qirkirinê kiriye, dike.

Ev kesên ku îro hewl didin û îdîa dikin ku xwe wekî parêzvanên welatparêzî nîşan bidin û yên ku lez dikin ku sûcdariyan li dijî Diyar Dêrsim dikin, bi zanebûn dîroka wî ya navdar paşguh dikin. Diyar Dêrsim hunermendekî heta dawiyê welatparêz û xwedî nirxên Kurd û Kurdistanî ye. Pêwîstiya Diyar Dêrsim nine ku xwe di vê mijarê de bi hin kes û derdoran re îsbat bike.

Em bi awayekî tund hewlên bikaranîna çîrokên derewîn û şaş ên ku armanc dikin nav û dengê hunermendê hêja Diyar Dêrsim xirab bikin, red dikin. Her wiha em hemû şêweyên teşwîqkirinê yên ku dixwazin di navbera gelê Kurd de nakokî û parçebûnê biçînin û raya giştî bi şerên derdorî yên ku xizmeta dijminên çand, huner û doza demokratîk dikin, red dikin. Ji ber ku alên me tev pîrozin û sembola qurbanî, nirx û kedkariyên herî berfereh û mezin in.

Em hevgirtina xwe ya tevahî bi hunermendê rêzdar Diyar Dêrsim re piştrast dikin û piştgiriya xwe ji bo wî di rûbirûbûna navendên reşkirinê yên ku wî hedef digirin de diyar dikin. Her wiha em bang li hemû rewşenbîr, hunermend û endamên civaka xwe dikin ku bi berpirsiyarî û bi hişmendî tevbigerin. Nekevin nav navendên teşwîqkirinên xapînok ku tenê xizmetê ji bo çandina parçebûn û qelskirina tevna çandî û civakî dikin. Rêz û hurmet ji çanda azad û hunera berxwedanê re."

(fr)