Rêveberê Têkiliyan a Zanîngeha Kobanê bi Profesorê Zanîngeha Katolîk a Leuven re civiya

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Kobanê Dr. Eşref Mehmûd li Brukselê bi Profesor Dirk Rochtus ê Zanîngeha Katolîk a Leuven re civiya.

Rêveberê Têkiliyan a Zanîngeha Kobanê bi Profesorê Zanîngeha Katolîk a Leuven re civiya
9 hezîran, 2026   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hewldanên berfirehkirina têkiliyên xwe yên akademîk ên navneteweyî de,  Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Navnetweeyî ya Zanîngeha Kobanê Dr. Eşref Mehmûd li baregeha nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brukselê bi Profesor Dirk Rochtus ê Zanîngeha Katolîk a Leuven re civiya.

Her du aliyan li ser rêbazên pêşxistina hevkariya akademîk û zanistî di navbera Zanîngeha Kobanê û saziyên perwerdehî û lêkolînê yên Belçîkî de nîqaş kirin.

Her wiha wan derfetên danûstandina pisporiyê û pêşxistina projeyên lêkolînê yên hevbeş nîqaş kirin.

Her du aliyan li ser rewşa heyî ya perwerdehiya bilind û rola hevkariyên navneteweyî di piştgiriya lêkolînên zanistî û pêşxistina bernameyên perwerdehiyê de nêrînên xwe parve kirin.

Di dawiya civînê de, her du aliyan girîngiya berdewama ragihandina akademîk tekez kirin, ku dê bibe alîkar ku asoyên nû ji bo hevkariya zanistî û çandî ya pêşerojê veke.

(fr)