Modela zindî ya berxwedanê: Gundê Abîre

Gundê Abîre yê li gundewarê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ku bi "Gundê Şehîdan" tê naskirin xwedî çîrokeke têkoşînê ya bi salan e. Malbata welatparêzê nemir Ebdullah Yûsif red kir ku çekên şehîdên wê li erdê bimînin, nifş bi nifş çekê radikin û têkoşîna avakirina civakeke demokratîk a xwe dispêre edalet û wekheviyê didomînin. 

Modela zindî ya berxwedanê: Gundê Abîre
Modela zindî ya berxwedanê: Gundê Abîre
Modela zindî ya berxwedanê: Gundê Abîre
Modela zindî ya berxwedanê: Gundê Abîre
23 ÇILE, 2025   06:16
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li gundewarê bakurê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê gundê Abîre ku bi "Gundê Şehîdan" tê naskirin heye. Axa wî gundî bîranînên 19 şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê û Şoreşa 19ˋê Tîrmehê hembêz dike. Vî gundî ku şehîdan tova berxwedanê lê çandiye, keç û xortên xwe têkoşînê didomînin, mîna ku amaneta ji nifşekî derbasî nifşekî bibe, ye. 

Ji nav malbatên gund ku têkoşîna xwe li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan didomînin ku rêya yekane ya pêkanîna azadiyê ye, malbata welatparêzê nemir Ebdullah Yûsif e. Malbata Ebdullah Yûsif di têkoşîna azadiyê de gelek zarokên xwe dan û hîna jî di oxira vê yekê de ferdên wê malbatê têkoşîna xwe didomînin.

DESTPÊK BAWERIYA BI FELSEFEYA AZADIYÊ BÛ

Malbata Ebdullah Yûsif di 1989ˋan de tevgera azadiya Kurdistanê nas kir. Kadroyên bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têr û tijî bûn, serdana malê dikirin. Malbat bi hêza vê felsefeyê bandor bû, bi wê re kurê malbatê Remezan Yûsif ê bi nasnav Sefqan di 1991ˋê de tev li têkoşîna çekdarî bû, têkoşîna wî heta 7 salan dom kir û li herêma Serhedê di 1997ˋan de şehîd bû.

FEDEKARIYÊN BÊNAVBER

Rêwîtiya têkoşînê ya malbatê li gel Sefqan nesekinî, her wiha xwişka wî Fethiye Yûsif ê bi nasnav Hemrîn jî di 1994ˋan de tev li têkoşîna çekdarî bû. 3 salan têkoşiya û di hemleya artêşa Tirk a dagirker a li herêma Garê de di 1996ˋan şehîd bû.

Di vê çarçoveyê de birayê her du şehîdan, Mutîi Yûsiv axivî û got: "Malbata me ku bi rêya Sefqan û Hemrînê hilbijartiye, ku rêya azadî û xelasiyê ye, bawer e û red kir ku çekên wan li erdê bihêlin. Me soz da ku vê rêyê heta pêkanîna armancên wan ên avakirina welatekî azad ku tê de hemû bi rûmet û edalet bijîn, bişopînin."

NIFŞÊN NÛ MEŞALEYÊ HILDIGIRIN

Bi destpêkirina Şoreşa 19ˋê Tîrmeha 2012ˋyan re neviyên Ebdullah Yûsif rêwîtiya têkoşînê bi hilgirtina çekên şehîd Sefqan û Hemrînê dewam kirin. Xesan Elî yê bi nasnav Lewend Cûdî ku birayê her du şehîdan e tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. 7 sal têkoşînê dewam kir. Beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞˋê û Cebhet El Nusra bû. Lewend di 2017ˋan de di bersivdana êrişên çeteyên DAIŞˋê li Dêrazorê de şehîd bû.

Têkoşîn li gel Lewend jî ranewestiya, dayika wî Sûad Xeno zarokên xwe yên din jî teşwîqî hilgirtina çekê kirin. Her du birayên Lewend Sefqan û Ebdullah jî tev li hêzên leşkerî û Asayîşê bûn.

Her wiha pismamên şehîd Lewend, Ronî Yûsif û Dilgeş Yûsif jî, ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û peydakirina ewlehî û îstîqrarê li herêmê, tev li YPG û Asayîşê bûn.

PIŞTGIRIYA BERXWEDANÊ BÊNAVBER DIDOME.

Girêdayî mijarê, dayika şehîd Lewend Sûad Xeno axivî û got: "Ji ber ku Lewend bawer bû ku bêyî berxwedanê azadî pêk nayê, çeka ap û meta xwe rakir. Ez wek dayik, min red kir ku çeka wî li erdê bimîne û min zarokên xwe yên din jî teşwîq kirin ku rêya wê bişopînin. Em ê heta pêkanîna armancên xwe yên azadî û rûmetê vê rêyê bişopînin."

Sûad wiha dawî li gotina xwe anî: "Em li kêlek hêzên xwe ne û berxwedana wan a lehengane pîroz dikin. Em ê heta serkeftinê piştgiriyê bikin. Ev hêz mîrasa şehîdan diparêze."

MÎRASEYEKE NEMIR

Bi vê baweriya kûr a bi fikra Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna rêya şehîdan malbata Ebdullah Yûsif di pêşkêşkirina modela zindî ya berxwedanê ku ji nifşekî derbasî nifşekî dibe de didome.

(fr)

ANHA