Têkiliyên di navbera Qahîre û Şamê de di rojnameyên erebî de

Têkiliyên di navbera Ebdulfettah El Sîsî û Ehmed El Şara de di çarçoveyeke "pragmatîzma bişert" de bi pêş dikevin. Her wiha aloziya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê û Îranê de zêde dibe.

Têkiliyên di navbera Qahîre û Şamê de di rojnameyên erebî de
6 gulan, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî li ser pêşketinên di têkiliyên Misir û Sûriyeyê de û gurbûna şerê Îranê û bandorên wê yên li ser Kendavê nivîsîn.

‘TÊKILIYÊN MISIR-SÛRIYEYÊ; PRAGMATÎZMA BIŞERT’

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser nîşaneyên nêzîkbûna di navbera Ebdulfettah El Sîsî û Ehmed El Şara de nivîsî û diyar kir ku têkiliya di navbera Qahîre û Şamê de ber bi "pragmatîzma bişert" ve diçe.

Rojnameyê destnîşan kir ku civîna di navbera her du aliyan de di Nîsana 2026`an de îradeyeke siyasî ji bo nêzîkbûnê nîşan dide, lê ew nayê wateya guhertineke stratejîk. Rojnameyê destnîşan kir ku Qahîre ji ber sedemên ewlehiyê, bi taybetî jî mijara komên îslamî, bi baldarî bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re tev digere, di heman demê de girîngiya beşdarbûna di şerê Sûriyeyê de ji bo dûrketina ji tecrîda herêmî nas dike.

BERSIVA KENDAVÊ YA LI HEMBER ÊRIŞÊN ÎRANÊ

Rojnameya Independet Arabia bal kişand ser bandorên zêdebûna aloziya Îranê li ser herêmê, bi taybet piştî êrişên li ser Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û fikarên aborî yên DYA`yê û welatên rojavayî.

Rojnameyê nivîsî ku rêveberiya Trump di dan û standinên li gel Îranê de siyaseteke baldar û hevseng dişopîne, zext û dan û standinan bi hev re dike, di heman demê de ji zêdebûna arîşeyê dûr dikeve.

Rojnameyê destnîşan kir ku Tehran hewl dide bi hin gavên zêdekirina arîşeyê, sînorên bersiva DYA`yê biceribîne ku ev yek dikare bibe sedema pêvajoyeke nû ya aloziyê, di demekê de ku tirs li ser bandora li ser aramiya herêmî û aboriya cîhanê zêde dibe, bi taybet ji ber tevliheviyên mijara Tengava Hurmuzê.

(k)