Têkildarî Roja Zimanê Kurdî semîner

Li Baxçeya Xwendinê ya li Qamişloyê bi boneya Roja Zimanê Kurdî, girîngiya bikaranîna zimanê Kurdî di nava civakê de, dewlemendî û dîroka wê semînerek hat dayîn.

Têkildarî Roja Zimanê Kurdî semîner
Têkildarî Roja Zimanê Kurdî semîner
Têkildarî Roja Zimanê Kurdî semîner
Têkildarî Roja Zimanê Kurdî semîner
Têkildarî Roja Zimanê Kurdî semîner
14 gulan, 2024   19:25
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî (15`ê Gulanê) Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi sernavê “Dêrîna Zimanê Kurdî” li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo semînerek orgenîze kir.

Di semînerê de endamên saziyên rewşenbîrî û wêjeyî, nûnerên ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amade bûn.

Semîner ji aliyê lêkolîner û dîroknas Biradost Mîtanî ve hat dayîn. Biradost Mîtanî diyar kir ku ziman wekî mîrateke ji dîrokê ji gel re hatiye hiştin. Di dema Sumeran de gelê Zagrosê bi nîgarkirina ser depan ve zimanê xwe bi kar anîne. Heta niha jî bi dema mislimanan re jî maye. Niha 50 milyon Kurd bi zimanê Kurdî diaxivin. Mîtanî wiha got: “Li gorî demê û pêdiviyên jiyanê tîp hatine guhertin. Heta pirtûka Avesta ya pêxember Zeredeşt, ew tîp ji wir bûn bingeh ji zimanê Kurdî re. Tîpên Behlewî bûn tîpên çanda herêmê. Ew tîp rastî êrişan hatin. Hin dibêjin dîroka wan 100 sal berê ye. A rastî ew ji beriya 2 hezar û 800 sal ve hene û di dema Sasaniyan de jî pê hatiye axaftin.”

Biradost Mîtanî destnîşan kir ku zimanê Kurdî heta sala 1010`an winda ma, pişt re bi derketina rêzimanê Kurdî ew xeterî ji ser ziman derbas bû. Ji nû ve Kurd bûn xwediyê zimanê xwe û bi tîpên Soranî yên xwedî dewlemendiyek hêja nivîsandin.

Biradost Mîtanî behsa girîngiya zimanê Kurdî ji bo Kurdan kir û da zanîn ku ew hestê neteweyî geş dike û zimanê Kurdî ne kêmî zimanê neteweyên din e û wiha dawî li gotina xwe anî: “Zimanekî xurt e û divê gelê Kurd xwedî lê derkeve û hîn bêhtir bi kar bîne.”

(sb- bm)

ANHA