Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heviyazbariya sala 2025-2026’an ragihand

Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dema heviyazbariyê ji bo sala xwendinê ya  2025-2026’an aşkera kir.

Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heviyazbariya sala 2025-2026’an ragihand
3 îlon, 2025   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekarên nû amade dike. Meclîsa Zanîngehên Herêmê destpêkirina heviyazbariyê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026’an ragihand. Meclisê hûrguliyên pêvajoya qebûlkirinê, şert û merc û navendên serlêdanê jî parve kirin.

Navendên qeydkirinê ev in: Zanîngeha Rojava (avahiya sereke - Qamîşlo), Zanîngeha Rojava (Peymangeha sivîl) li taxa El Kelasê - Çarxerêya Cûdî li Hesekê, Zanîngeha Rojava (Fakulteya Endezyariya Petrolê - Rimêlan), Zanîngeha Kobanê (avahiya zanîngehê ya nû - Kobanê), Zanîngeha Şerq (avahiya sereke - Reqa), Navenda Helebê (Peymangeha şehîd Zozan - Dibistana şehîd Cûdî Amanos –Eşrefiyê).

Belgeyên pêwîst ji bo tomarkirinê:

- Kopiyeke nasnameya kesayetî yan tomarname (Îxrac qeyd) û ji bo kesên bêqeyd nasnameya danasînê.

- 8 wêneyên kesayetî yên nû.

- Kopiyeke bawernameya amadeyî ya pesendkirî.

- Belgeyek ji Komînê, (belgeya niştecihbûnê).

- Belgeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo zarokan, xwişk, bira, dê, bav û hevjîna şehîdan.

Tomarkirina xwendekaran ji bo heviyazbariyê wê di 8’ê Îlonê de dest pê bike û heta 19’ê Îlonê berdewam bike, her wiha ji bo tomarkirina xwestekan jî wê di 27’ê Îlonê de dest pê bike û di 6’ê Cotmehê de bi dawî bibe. Encamên heviyazbariyê wê di 11’ê Cotmehê de werin eşkerekirin.

(ac/şx)

ANHA