Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan konferans tê lidarxistin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de sibê konferansekê li dar dixe.

Têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan konferans tê lidarxistin
7 tebax 2024   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de sibê li Reqayê konferansekê li dar dixe. 

Konferans li Hola Yûnanî ya kantona Reqayê li dar dixe. Dê 250 kes li ser asta kantonên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê tev li konferansê bin.

Wê 2 mijarên sereke di konfransê de bên nirxandin; dozên civakî di aliyê dîrokî, felsefîk û jiyanî de û azadî û erkên ji nû ve sazûmaniyê.

(şx)

ANHA