Sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Hewlêr re hate xwestin

Şêniyên kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Bahoz Hewlêr.

7 tebax 2024   14:48
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, saziyên Rêveberiya Xweser, sersaxî ji malbata şehîd Bahoz Hewlêr (Fawaz Oso) re li gundê Xurxorî yê Kobanê xwest.

Girseya gel bi dirûşmên "Şehîd namirin" berê xwe da konê sersaxiyê.

Gerîlayê HPG`ê şehîd Bahoz Hewlêr, Nîsana 2024`an li herêma Xakûrkê şehîd bûbû.

Hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarokê Qinê Nazê Mihemed Elî di merasîma sersaxiyê de axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Nazê soza şopandina rêya şehîdan da û wiha axivî: "Gerîla hêzên parastina rewa ne û soz dane her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin. Wek tê zanîn li çiyayên azad şerekî giran li hember gerîlayên me tê meşandin, lê dewleta Tirk çi dike bila bike, tu carî li hember gerîlayên azadiyê nikare bi ser bikeve. Gerîla bê navber tê dikoşe.”

Nazê di dawiyê de got: "Em soza xwe careke din nû dikin û bejna xwe li hember tevahî şehîdên azadiyê ditewînin. Em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin.”

Apê şehîd Bahoz Hewlêr, Farûq Oso jî got: "Şehîd rêberê me ne, em çi qasî li ser şehîd biaxivin têrê nake. Em her tim rêya şehîdan bişopînin û xwedî li rêya wan derkevin."

Piştre wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatê Şehîdan a bajarokê Qinê ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd namirin" bi dawî bû.

)(

ANHA