Li Şehbayê biryara dadgeriya Iraqê hate şermezarkirin

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê biryara dadgeriya Iraqê ya girtina 3 partiyên siyasî, şermezar kir.

Li Şehbayê biryara dadgeriya Iraqê hate şermezarkirin
7 tebax 2024   15:25
ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî biryara dadgeriiya Iraqê ya girtina 3 partiyan daxuyaniyek da. 

Endama Desteya Perwerdeyê ya Meclisa Kampa Serdem Gulistan Mistefa û endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê Zuhêr Helebî daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê ya li Kampa Serdem a bajarokê Ehdasê xwend.

Endamên deste, meclis û partiyan, tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de biryara dadgeriya Iraqê ya girtina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), PADÊ û Partiya Eniya Têkoşînê ya Demokratîk hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku ev partî vîna gelê Kurd temsîl dikin û divê li hember mîna van biryaran bê sekinandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber têkiliyên hikumeta Iraqê yên bi dewleta Tirk a dagirker re, biryara girtina her sê partiyan hatiye dayîn.

Her wiha hate destnîşankirin ku hemwextî salvegera 10`an a komkujiya Şengalê ev biryar hate dayîn.

Di dawiyê de bang hate kirin ku ji qanûnên navneteweyî re rêz bê girtin û serîtewandina hikumeta Iraqê ji dewleta Tirk a dagirker re li ser dijberiya Kurdan û partiyên siyasî, bê şermezarkirin.

(şx)