Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat

PYDˈê bi boneya 1ˈê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê komxebateke li Kobanê li dar xist. Di komxebatê de hate gotin, 1ˈê Mijdarê roja parastina mirovahiyê ye.

Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
Têkildarî 1ˈê Mijdarê komxebat
31 cotmeh, 2024   16:30
KOBANÊ

Meclisa PYDˈê ya Kantona Firatê di salvegera 10ˈemîn a Roja Kobanê ya Cîhanê  de komxebatek li dar xist. Komxebat li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê bi beşdariya şervan û fermandarên QSD, YPJ, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser hat lidarxistin. Pispor û lêkolînerên navneteweyî jî bi rêya online peyam dan.

ˈLI KOBANÊ DÎROK HAT NIVISANDINˈ

Di komxebatê de endamê Desteya Rêveber a PYDˈê Salih Muslim bal kişand ser berxwedana Kobanê û got: "Li Rojhilata Navîn kaos heye, xwestin vê kaosê derbasî Kobanê bikin. Lê li Kobanê dîrok hat nivîsandin û serketin hat qezenckirin. Hemû gelên cîhanê ji bo Kobanê rabûn ser pêyan. Dema behsa Kobanê tê kirin tiştek tê bîra mirov ew jî gava mirov ji welat hez bike û ji bo wê şer bike. Dema mirov şer bike azad dibe. Dema azad dibe jî wê bê hezkirin."

Muslim bal kişand ser banga seferberiyê ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina Kobanê îlan kiribû û wiha got: "Li ser banga seferberiyê, bi hezaran ciwanan berê xwe dan Kobanê, berxwedan nîşan dan û şehîd bûn. Divê em layîqî wê berxwedanê bin û xwedî li wê destana dîrokî derkevin û wê dîrokê binivîsnin."

ˈ1ˈÊ MIJDARÊ ROJA PIŞTGIRIYA BEXWEDANÊ YEˈ

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dêmo jî anî ziman ku 1ˈê Mijdarê bi gotinan nayê wesifandin û ev li gotinên xwe zêde kir "1ˈê Mijdarê roja ku gel li hemberî terorê bertek nîşan da û piştgirî da hêzên ma. Gel hêvî di hêza me de dît. Vê hêzê jî dawî li terorê anî."

Dêmo 1ˈê Mijdarê li Rêber Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha pê de çû: " Em ê şopdarên xeta şehîdan bin. Vaye em tola şehîdan ji DAIŞˈê hiltînin. Bi saya şehîdan em hene û em ê hebin. Em ê rêya şehîdan berdewam bikin. Heya şervanek ji me hebe em ê xwedî li vê axê derkevin. Em gelê xwe esas digirin. Em ê hêza xwe ya leşkerî qewîm bikin."

ˈKOBANÊ BI SER KETˈ

Muxalifê sûriyeyî, koordînatorê Şepêla Çep a Şoreger a Sûriyeyê Dr. Xiyas Neîse jî anî ziman ku berxwedana Kobanê di nava rûpelên dîrokê de hat nivîsandin û got:" DAIŞ bi hemû hêzên xwe li Iraq û Sûriyeyê rûpîvaneke berfireh dagirkiribû û hemû jêderên jiyanê kirin hedef.  DAIŞ li hemerî tevahî netewe û civakan bû tehdîdek. Lê li hemberî wê yekê Kobanê berxwedanî kir û bi ser ket."

Nivîskarê fransî yê xwendiyê pirtûka "Mirin ji bo Kobanê"Patrice Francesco bi rêya online beşdar bû, şervanên berxwedana Kobanê silav kir û anî ziman ku ew şahidê berxwedanê bû û bi çavê xwe dît.

Şêwirmendê ewlehiyê û leşkerî yê ji Misirê Ehmed El Emîd jî 1ˈê Mijdarê wekî roja parastina tevahî mirovahiyê bi nav kir û got: "Îro salvegera parastina tevahî mirovahiyê ye. Bajarê Kobanê bûye sembola berxwedan û azadiyê, ew berxwedan ne tenê ji bo gelê Kobanê, lê ji bo tevahî gelan bû. Dîsa jî şervanan berxweaneke gelekî mezin li hemberî terorê kir û bi ser ket."

Pirspor û lêkolînerê beşa terorê Munîr Edîb anî ziman ku dema çeteyên DAIŞˈê ketin Kobanê bi berxwedana şervanan hatin tunekirin. Edîb da zanîn ku  Rêveberiya Xweser bû destpêka têkçûna terorê.

Pisporê herêmî û navneteweyî Hanî Cemîl bi bîr xist ku gel ji bo parastina çand û kevneşopiya xwe ji terorê berdêlên giran dan û diyar kir gel  bi fikra xwe jî axa xwe parastin û li dijî wê terorê jî rêyeke nû şopandin û li ber xwe dan.

Yek ji şahidên berxwedana Kobanê Laleşîn Abdullah jî got  "Şerê Kobanê Kurd bi hemû cîhanê da naskirin. Ji parçeyekî biçûk nasnameyek cîhanî ji bo Kobanê hat ragihandin, ew jî bi fikrê Rêber Apo ye. Çi qas Kobanê biçûk be lê di nava Kobanê de bi hezaran dil li hev civiyan. Bi fadakariya jinên Kurd û berxwedana şervanan dîrok ji nûve hat nivîsandin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl jî li ser pêvajoya derketina çeteyan û berxwedana 19`ê Tîrmehê  got, Kurdan li dijî her cûre desthilatdariyê serî hildan û rêya azadî û wekheviyê şopand.  Sara hin ji serpêhatiyên şervanên berxwedana Kobanê vegot û îsrara wan a têkbirina DAIŞˈê ve bi bîr anî.

Dûra jî Hevserokê Meclisa TEV DEMˈê ya Kantona Firatê Enwer Muslim bi van gotinan behsa piştgiriya cîhanê ya bi berxwedana Kobanê vegot: " Gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi roj û şevan de li ser sînor ji bo Kobanê li ser pêya bû. Cîhan jî ji bo Kobanê rabû ser pêyan û Kobanê bi tenê nehîşt, Kobanê bi ser ket."

Di dawiya komxebatê de xelat hatin belavkirin û dirûşme hatin berzkirin. Piştre gel ji bo bîranîna şehîdên berxwedanê berî dan Pakrewangeha Şehîd Dîcle.

(sş/bb)

ANHA