Di êrişa Îsraîlê li dijî Humsê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê li herêma Qisêr ê gundewarê başûrê Humsê de 3 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê li dijî Humsê de 3 kes hatin kuştin
31 cotmeh, 2024   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Îsraîlê êrişî herêma Qisêr a gundewarên başûrê Humsê kir, di encamê de 3 kesên nenas hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Balafira şer a Îsraîlê 3 êriş li herêma Cisir Def a başûrê bajarê Qisêr li nêzî stasyona avê pêk anîne. Li gorî SOHRˋê, embarên li herêma pîşesaziyê li hundirê bajêr, nêzî bajarokê Hewş Seyid û herêma Meşarî El Qai li sînorê Sûriyeyê-Lubnanê hatine bombebarankirin.

SOHRˋê diyar kir ku Îsraîlê ji destpêka îsal ve ji wan 109 hewayî û 25 bejahî 134 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye. Di encama wan hedefgirtinan de 43 welatî û 271 leşker hatine kuştin û 188 kes jî birîndar bûne.

(fr)