Têkildarî ʹManîfestoya Şaristaniya Demokratîkʹ li kantona Firatê komxebat

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Firatê ji bo xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi navê "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" komxebat li dar xist.

22 cotmeh, 2024   21:36
KOBANÊ

Beşdarên komxebatê, ʹpirsgirêka medeniyetê û çareseriya şaristaniya demokratîk li Rojhilata Navîn a ji parêznameya çaremîn ʹManîfestoya Şaristaniya Demokratîkʹ nîqaş kirin.

Komxebat li hola Navenda Çandê ya bajarê Sirînê bi dirûşma "Bi xwendina parêznameyan û pêkanîna wan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" li dar ket.

Di komxebatê de nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û leşkerî, rêxistinên jinan û ciwanan, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên kantona Firatê beşdar bûn.

Di serî de sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya ji bo doza Kurdî, her wiha li ser parêznameyên ku wî weke çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşkêş kirine, hat pêşandan.

MIJARA YEKEMÎN

Cîgirê hevserokatiya Meclisa bajarê Girê Spî Heza Mihemed mijara yekemîn a bi navê "Rola fikrên Rêbertî di Rojhilata Navîn de û sedemên komployê" nîqaş kir.

Di serî de Heza li ser qonaxên têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Heza diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo neteweya xwe, lê belê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê tê dikoşiya û got: "Rêber Abdullah Ocalan der barê rewşa herêmê de xwedî nêrîneke kûr bû."

Her wiha, profesorê zanistên dîrok û şûnwaran û endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Misrê Elî El Sabit, bi rêya dîmeneke qeydkirî beşdar bû.

El Sabit beşdariya xwe wekî "Nêrîneke Ocalanî ji bo çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn" bi nav kir. El Sabit li ser rola modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê yên dewletên neteweyî di kûrkirina krîzên gelên herêmê û tunekirina şaristaniyên wê de, axivî.

El Sabit destnîşan kir ku hemwextî vê komployê Rêber Abdullah Ocalan çareseriyên guncaw ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn pêşkêş kirin û got: "Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji bo pirsgirêkên modernîteya kapîtalîstê li cîhanê peyda kirine pêşkêş kirin."

MIJARA DUYEMÎN

Mijara duyeymîn a bi navê "Têgeha netewe-dewletê û bandora wê li ser gelên Rojhilata Navîn" ji aliyê rêveberê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Sirînê û mamoste Ednan Hiso ve hat nîqaşkirin.

Hiso li ser peymanên ku di encamê de herêm hatiye parçekirin axivî û got: "Fikrên kapîtalîst roleke mezin di avakirina netewe-dewletan de lîstin. Herêma Rojhilata Navîn êdî bûye cihê belavkirina krîz û çekan."

Hiso diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ji bo krîzên heyî çareseriyeke sereke ye û got: "Teoriyên civakî yên dîtir nikarin tu pirsgirêkên heyî li Rojhilata Navîn çareser bikin."

MIJARA SÊYEMÎN

Hevseroka Meclisa bajarê Sirînê Fatme El Mela mijara sêyemîn a bi navê "Neteweya demokratîk" nîqaş kir. Di mijarê de têgeha neteweya demokratîk ji beşdaran re şîrove kir û ew proje bi netewe-dewletê re hevrû kir û got: "Neteweya demokratîk li dijî hişmendiya yek ziman, yek çand û yek ol e. Neteweya demokratîk têgehên pirrengiyê qebûl nakin, red dike."

ENCAMNAME

Piştî nîqaşkirina hersê mijaran beşdaran li ser van encamnameyan li hev kir:

1- Bilindkirina asta têkoşînê di hemû aliyên siyasî û civakî de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

2- Dayîna semîneran li hemû sazî, meclis û komînan ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan.

3- Lidarxistina komxebatan wekî vê komxebatê ji bo pênasekirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan.

4- Destekdayîna kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

5- Parastina ekolojiyê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan.

6- Misogerkirina azadiya jinan û parastina wê ku ew yek ji dozên sereke yên xebatê ye.

7- Domandina xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li saziyan.

(mh)

ANHA