Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Di merasîma bîranîna têkoşer şehîd Bêrîtan de, beşdaran li ser bandora biryara wê li ser jiyana jinên Kurdistanê di wê demê de û heta roja îro, axivîn.

Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Şêniyên Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
22 cotmeh, 2024   21:04
HESEKÊ

Kongra Star civîneke girseyî li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo bibîranîna fermandara Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku di 25'ê Cotmeha 1992'yan de li çiyayên Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê şehîd bûye, li dar xist.

Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr li dar ket. Tê de bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên partiyên siyasî, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokrstîk û rêxistinên civaka sivîl, beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Kongra Star a bajarê Hesekê Berçem Botan li ser jiyana şehîd Bêrîtan û sekna wê ya li hemberî xiyanetê, guhartina ku wê di hişmendiya jinan de di wê demê de pêk aniye axivî.

Berçem Botan destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan bi fedakariya xwe şoreşa jinan li Kurdistanê da destpêkirin û got: "Erkê me ye ku em têkoşîna xwe ya vê şoreşê bi ruhê şehîdan û fikrê Rêbertî bidomînin."

Di dawiya merasîmê de belgefîlmek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşandan.

(mh)

ANHA