Tehranê pêşniyarek nû pêşkêşî Washingtonê kir

IRNAˊyê aşkera kir ku Tehranê bi rêya navbeynkarê Pakistanî pêşniyarek nû bi hewldana jinûve destpêkirina danûstandinan û bidawîkirina şerê berdewam li Rojhilata Navîn, pêşkêşî Washingtonê kir.

Tehranê pêşniyarek nû pêşkêşî Washingtonê kir
1 gulan, 2026   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA) ragihand ku "Komara Îslamî ya Îranê, şeva pêncşemê, pêşniyarên xwe ji bo danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re pêşkêşî navbeynkarê Pakistanî kir", lê IRNAˊyê tu hûrgiliyên dîtir ranegihandin.

Piştî ku agirbestek bi navbeynkariya Pakistanê di 8'ê Nîsanê de ket meriyetê, Îslamabadê di navbera şandeyên Tehran û Washingtonê de mazûvaniya dewreyeke danûstandinan kir, armanc ew bû ku lihevkirinek ji bo bidawîanîna êrişa Amerîkî-Îsraîlî, çêbibe.

Lê ji ber berdewama dorpêça deryayî ya li ser bendên Îranê ji hêla DYAˊyê ve û berdewama girtina Tengava Hurmuzê ji hêla Îranê ve danûstandin têkçûn û tu ger bi encam nebûn.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja înê bi hempîşeyên xwe yên li Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye, Iraq û Azerbaycanê re rêzepeywendiyên telefonî pêk anîn û "destpêşxerîyên Komara Îslamî ji bo bidawîanîna şer" bi wan re nîqaş kirin.

(ac/fr)