Di teqîna Şamê de oldarekî Şîî hat hedefgirtin; aqûbeta wî ne diyar e

Li herêma Seyide Zeyneb a Şamê kesên nenas bi bombeyekê êrişî erebeya oldarekî şîî kir. Der barê kuştin an jî rizgarbûna wî de agahiyên nakok hene.

Di teqîna Şamê de oldarekî Şîî hat hedefgirtin; aqûbeta wî ne diyar e
1 gulan, 2026   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku kesên nenas li nêzî hotêla Sefîr El Zehrah bombeyek avêt erebeya endamê Desteya Ilmanî ya Taîfeya Şîa û îmamê înê Ferhan Mensûr. Ev êriş piştî îmam ji meqamê Seyide Zeyneb derket pêk hat.

Di encama teqînê de Mensûr bi giranî birîndar dibe û radikin nenxweşxaneyekê. Di heman demê de hin çavkaniyan got ji ber birîna giran wefat kiriye.

Lê heta niha tu aliyekî fermî daxuyaniyek der barê aqûbeta Mensûr de nedaye.

(fr)