Kongreya DYA’yê ji bo betalkirina Qanûna Qeyser gav avêt

Kongreya DYA’yê ji bo betalkirina "Qanûna Qeyser a Parastina Sivîlan li Sûriyeyê" guhertinek pejirand.

Kongreya DYA’yê ji bo betalkirina Qanûna Qeyser gav avêt
8 kanûn, 2025   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo betalkirina cezayên ku di bin "Qanûna Qeyser a Parastina Sivîlan li Sûriyeyê” de, di sala 2019`an de ji bo cezakirina rejîma Baasê hatine sepandin ku guhertinek li Qanûna Destûrdayîna Parastina Neteweyî (NDAA) pejirand.

Di nivîsê de wiha hat gotin: "Madeya 8369: Betalkirina Qanûna Qeyser a Parastina Sivîlan li Sûriyeyê a 2019an,

Li gorî vê guhertin ji serokê DYA’yê tê xwestin ku di nava 90 rojan piştî pejirandina qanûnê û piştre jî her 180 rojan heta 4 salan raporekê pêşkêşî komîteyên Kongreyê yên peywendîdar bike û diyar bike ka gelo hikumeta veguhêz li Sûriyeyê “li dijî xetereyên DAIŞ`ê û komên din ên terorîst, gavên berbiçav û rastîn diavêje. Her wiha gelo "çekdarên biyanî ji rêveberiyên bilind ên hikumeta Sûriyeyê û saziyên dewletê û yên ewlehiyê, derxistiye yan jî dixebite ku wan derxe.”