Taxa Cimayê ya Qamişlo di bin avê de ye

Taxa Cimayê ji ber barana zêde di bin avê de ma. Şêniyên taxê got di nivîna çem de avahî hatine lêkirin, ew dixwazin avahî werin rakirin da ku av biherike.

Taxa Cimayê ya Qamişlo di bin avê de ye
Taxa Cimayê ya Qamişlo di bin avê de ye
Taxa Cimayê ya Qamişlo di bin avê de ye
Taxa Cimayê ya Qamişlo di bin avê de ye
Taxa Cimayê ya Qamişlo di bin avê de ye
Taxa Cimayê ya Qamişlo di bin avê de ye
21 adar, 2026   15:35
QAMIŞLO

Ji ber barana zêde taxa Cimayê ya bajarê Qamişloyê di bin avê de ma. 

Beriya niha di 17’ê Adarê (2026) de dîsa ji ber barana zêde tax di bin avê de mabû.

Li taxê çemê bi navê Mêrgê heye, ava 3 kaniyên ku ji gundê Letîfiyê û Sêgirka, çemê biçûk ê bi navê Hecî Hemze derbasî nava wê dibe. Her çend ava kaniyan bi demê re kêm bûye jî, di nivîna çem de xanî lê kirine. Ev jî bûye sedema kombûna avê.

Îro jî ji ber barana zêde ava çem rabû û tax di bin avê de ma.

Şêniyê bi navê Mihemed Salih dibêje: “Berê ev der çem bû, çem hat girtin û sed çêbû. Ji ber wê av li me vegeriya. Şaredarî hat li şûna ku van dikanên di nivîna çem de lê kirine rake, hatiye malên dûrî sedê, dibêje divê hûn vala bikin. Çima qala dikanên ku çem girtiye nakin? Av ketiye mala cîranan, cîranan ji malê baz da. Em dixwazin nivîna çem vebe.”  

Zarokên taxê ji bo balê bikişînin ser rewşa xwe, pankartên li ser “Em di bin avê de mane, bi avê de mayîn ne qeder e, sedem sersarî ye” hildane û li ser rêya giştî rawestiyane.

Di barana 15-17’ê Adarê de dîsa tax mabû di bin avê de, şêniyên taxê diyar kir ku kompanyayekê di çem de avahî lê kiriye û pêşiya çem hatiye girtin.

Şaredariya Gel a Qamişloyê di 18’ê Adarê de ji ajansa me re diyar kir ku wan ji bo lêkirina avahiyê destûr nedaye kompanyayê, wan tenê ji bo sererastkirina dîwarê kampanyayê destûr dabû kompanyayê. Avahiyên kompanyayê muxalîf in û divê avahî bên rakirin.

Lînka nûçeya me ya li ser mijarê ev e: 

/kr/lehi-rabu-sedemen-cuda-derketin-saredariye-muxalefe-kir

(bî)

ANHA