TAJÊˊyê piştî kongreya 3ˊyemîn civîna yekem li dar xist

TAJÊˊyê piştî kongreya xwe ya 3’yemîn civîna xwe ya yekem lidar xist û Rîham Hesen weke berdevka xwe ya giştî hilbijart. Rihan Hesen anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina komînên jinan erka wan ya sereke ye.

TAJÊˊyê piştî kongreya 3ˊyemîn civîna yekem li dar xist
28 gulan, 2026   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 18’ê Gulanê de 3’yemîn kongreya xwe lidar xistibû. Piştê Kongrê yekem civîna xwe lidar xistin. Di civînê de Riham Hesen ji aliyê berdevkên komînên gundan û berdevkên saziyan ve weke berdevka giştî ya TAJÊ hat hilbijartin.

WÊ XEBAT Û TÊKOŞÎNA HEVPAR BERDEWAM BIKE

Civîn ji aliyê berdevka berê ya TAJÊ Rîham Hico ve hat birêvebirin. Riham Hico di civînê de destnîşan kir ku her çiqas berdevkeke nu hatibe hilbijartin jî wê kar, xebat û tekoşîna hevpar berdewam bike û wiha got: “Tekoşîna me tekoşîneke demdirêje. Dibe ku heval Rîham Hesen wek berdevk hatibe hilbijartin lê divê em hemû alîkariya hev bikin. Gotinek pêşiyan heye: ‘Deng ji yek destî dernakeve, ger şêrê Elî jî be.’ Ev jî tê wê wateya ku kesek çiqas bi hêz jî be ger bi tenê be nikare tiştek bike. Barê me hemûyan bareg girane, her yek ji me erkek, berpirsiyartiyeke me heye. Azadiya jinê li hêviya me ye, Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li benda me ye. Xweseriya Şengalê û xwe gihandina mafê Êzidiyan karê me ye. Her yek ji me ji bo civaka xwe xwe feda kiriye. Em ji hemû hevalan re serkeftinê dixwazin û em di wê baweriyê de ne ku wê her hevalek li gor rihê pêvajoyê, li gor xewn û xeyalên şehîdan beşdar bibe.”

Piştî hilbijartina berdevka nû civîn ji aliyê koordînasyona TAJÊ ve hat birêvebirin û plansaziya kar û xebat hat derxistin. Li gor vê yekê weke karê yekem wê perwerdeyên jinan ên li ser komînan bê rêxistinkirin.

BERPIRSIYARTIYA KU DIKEVE SER MILÊ ME EMÊ BI CIH BININ

Rîham Hesen ku weke berdevka giştî ya TAJÊ hate hilbijartin ji JINHA re axivî. Riham Hesen dibêje ku bi kongreyê re pêvajoyek li pey xwe hiştine û derbasî pêvajoyek nû bûne. Riham Hesen bi vê awayî gotinên xwe domand: “Di kongreyê de ji bo azadî û parastina jinê em gihiştibûn gelek biryarên nû. Kongre bi nîqaşên xurt hatibû pêşwazîkirin. Di wê kongreyê de Koordînasyona TAJÊ hatibû hilbijartin. Îro jî em civîna xwe ya yekem lidar dixin. Di hilbijartinê de ez wek berdevka giştî ya TAJÊ hatim hilbijartin. Baweriya ku jinên Êzidî didin min da ku ez bikaribim hîn zêdetir kar bikim cihê kêfxweşiyê ye.”

Rîham Hesen sipasiya rêveberiya berê ya TAJÊ jî kir û got: “Wan hevalan di rojên herî giran û zahmet de kar dan meşandin û vê pêvajoyê derbas bikin. Elbet têrê nake. Wan emaneta şehîdan rakir, niha jî teslîmî me kirin. Ji bo em xwedî li keda Serokatî, şehîdan, jinan û hemû civakê derkevin ev kar li pêşiya me ye. Emê jî wê erk û berpirsiyartiya ku dikeve ser milê me bi cih bînin.”

AZADIYA RÊBER APO Û XEBATÊN KOMÎNÊN JINA KARÊN SEREKÎ NE

Riham Hesen di derheqê xebatên ku dane pêşiya xwe de van nêrînan parvekir: “Emê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, dîsa dîlgirtiyên di destê DAIŞ’ê de kar bidin meşandin. Dîsa kar û xebatên komînên jinê ji bo me esasin. Wê ev yek me bigihîne hevjiyana azad û serkeftinê.”

DOZA AZADIYA JIN

Rîham Hesen di dawiya gotinên xwe de bahsa girîngiya hevgirtina jinan û hev re xebat kirinê kir û ev nirxandin kir: “Dibe ku ez wek berdevk hatibim hilbijartin û em pênc heval jî di koordînasyonê de cih digrin. Karê azadiya jinê dozeke û bi çend jinan ve negirêdayî ye. Divê her jin xwe berpirsiyar bibîne û em di nav xwe de rihekî hevgirtî pêş bixin. Divê her jinek ji mala xwe destpêbike. Hêvî û baweriya me xurte, wê jin karibe vî barî rake. Emê jî xwedî li wê baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin.”

Civîn bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî, Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.