Di navbera Amerîka-Îranê de rêkeftineke destpêkê

Li gorî raporên çapemeniya Amerîkayê, Washington û Tehran ji bo dirêjkirina agirbestê û destpêkirina danûstandinan li ser mijara nukleerî bi şertê ku serokê Amerîkayê erê bike,  gihîştine rêkeftineke destpêkê.

Di navbera Amerîka-Îranê de rêkeftineke destpêkê
28 gulan, 2026   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Axiosˊê ku agahiyê nxwe dispêre rayedarên Amerîkayê diyar kir ku Washington û Tehran gihîştine reşnivîseke muzakereya têgihîştine ya heta 60 rojî. Armanca ji vê rêkeftinê ew e ku agirbest were tesbîtkirin û deriyê danûstandinê ya girêdayî bernameya nukleerî ya Îranê vebe. Lê ev reşniva muzakereyê li benda qebûlkirina serokê Amerîkayê Donald Trump e.

Li gorî raporê, naveroka muzakereyê misogeriya azadiya deryayî li Tengava Hurmuzê, destpêkirina rakirina hêdî ya dorpêça deryayî li ser benderên Îranê ye. Lê bi şertê Tehran pabend be ku çeka nukleerî bi pêş nexe û bikeve danûstandinên der barê uranyuma dewlemendkirî.

Her wiha di naveroka rêkeftinê de sivikkirina cezayên Amerîkayê û rakirina blokeyê ji ser pereyêna Îranê ku 24 milyar dolar e hat gotûbêjkirin. Lê Trump 2 roj beriya dayîna biryara dawî ya îmzekirin xwest.

(fr)