Tabloyên beşdarên sempozyumê berxwedanê nîşan didin

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna wan a ji bo azadî û parastina çandê, di tabloyên hunermendan de ku beşdarî Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn bûne, diyar dibe.

Tabloyên beşdarên sempozyumê berxwedanê nîşan didin
Tabloyên beşdarên sempozyumê berxwedanê nîşan didin
Tabloyên beşdarên sempozyumê berxwedanê nîşan didin
8 gulan, 2025   07:45
TEBQA

Hunermendên ku ji bajarên Kobanê û Efrînê beşdarî Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn a Tebqayê bûne, ruhê berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi tabloyên xwe nîşan didin. 

Di tabloyan de peyama têkoşîn û xwişk û biratiyê ya pêkhateyên cuda yên civakê diyar dibe. Hunermend dixwazin bi xebatên xwe yên hunerî peyama berxwedanê bigihînin hemû gelê Sûriyeyê.

Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn di 3’yê Gulanê de li Tebqayê bi beşdariya 31 hunermendên ji seranserî Sûriyeyê dest pê kir û dê 6 rojan dewam bike.

Şêwekar Îlham Mihemed Îsa ya ji Kobanê ji ajansa me re axivî û got: "Min xwest êş û azarên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji ber êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê, bi rêya tabloya xwe diyar bikim, ku peyama berxwedan û biratiya gelan vedibêje û vê peyamê ji hemû gelên Sûriyeyê re ragihînim.”

Şêwekar Hemûd Semo ê ji bajarê Kobanî jî tabloyeke ku tê de berxwedana gel û têkoşîna azadî û parastina çand û hunera kurdî dihewîne, nîgar kiriye.

Şêwekar Ciwan Elî Hebeş ku ji şêniyên Efrînê ya dagirkirî ye, wêneyekî balkêş ê fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî çêkiriye ku wî wek sembola aştiyê li Sûriyeyê dibîne. Ciwan Elî Hebeş bi rêya tabloya xwe spasiya xwe ji bo fermandarê Mezlûm Ebdî anî ziman û rola wî ya di yekitiya Kurdan de bilind nirxand.

(k)

ANHA